Salvegera 23. a komploya navnetewî

Rêber Apo ji bilî di parêznameyên xwe de, bi hevdîtinên bi parêzerên xwe re jî berfirehî komployê dinirxîne. Rêber Apo di pêkanîna komploya navnetewî de bi taybetî balê dikişîne li ser rola Amerîkayê. Rêber Apo dibêje, wî bi hewldanên xwe, ev plana hêza bingehîn a NATO’yê vala derxistiye.

Rêber Apo 15’ê Sibata sala 1999’an, di encama komployeke navnetewî de dîl hate girtin.

Têkildarî komployê Rêber Apo di paraznameyên xwe de ku li girava Îmraliyê nivîsand wiha qal dike:

“Bi biryara NATO’yê hatim girtin û DYA’yê ji vê biryarê re pêşengtî kir

Ya rast biryara tunekirina min, di sala 1993’yan de hate dayîn.

Di mijara girtina min de rola Ingilistanê pir mezin e.

Yên ku ez revandim, ingilîz bûn.

Lê heke Yûnanan alîkarî nedabûya wan, dê Îngilîzan nekariya bi ser kevin

Ez ne girtiyê Tirkiyê lê girtiyê komploya navneteweyî me

Senaryoya lîstikê ji hêla dewletên rojavayî ve hatibû nivîsandin.

Aktorên sereke welatên Rojavayî ne.

Rola gardiyanî û înfazê jî dan Tirkiyê.

Rêber Apo desnîşan dike ku hêzên kompleger bi radesekirina wî ya li Tirkiyê, dewleta Tirk jî xistin nava lîstîkê û wiha dewam dike:

“Bi şiklekî ku di fîlman de jî nehatiye dîtin, ez dam girtin.

Ev yek, bi Yûnanan re pêk anîn. Ez anîm Tirkiyê.

Bendewariya Yûnanistanê ew bû ku em tundiyê pêş bixin.

Dixwestin bi saya vê komployê, di navbera me û Tirkiyê de şerekî giran bidin destpêkirin.

Bi vê yekê re dixwestin Tirkiyê jî bikişînin nava komployê.

Bi kuştina min re jî dê kurdperestiyeke li gorî daxwaza Ewropayê bihata pêşxistin.

Ji xwe qewlikê wê jî amade kiribûn.

Dê pêşengekî kurd ê tiliya wî neketiye xwînê bihata dîtin.

Ev yek, polîtîkaya li ser xwînê bû. ”

Di hevdîtina xwe ya di 5’ê tebaxa sala 1999’an de Reber Ocalan diyar dike ku Ingilistan û DYA, Yûnanistanê bi kar tînin û vê nirxandinê dike:

“Rola wan a di komployê de pir vekirî ye.

Lîstikekî pir dîrokî lîstin. Gelek aliyên wê hê jî nehatine zelalkirin.

Ingilistanê, qira Kurdistanê anî. Di dayîna biryarên derheqê kurdan de rola Ingilistanê mezin e.”

Di hevdîtina 11’ê Hezîrana sala 2006’an a bi parêzerên xwe re jî Rêber Apo diyar dike bi komployê hewl didan ku ‘PKK a bêyî Apo û kurdên bêyî PKK’ê ava bikin.’

Rêber Apo, vê tespîta xwe bi van nirxandinan bi dawî dike:

“Min li xwe berpirsyarî girt û ji bo ku lîstikên heyî vala derxînim, PKK derxist derveyî sînoran.

Û piştre jî pêvajoya veguherînê da destpêkirin. Dema ku ez anîm vêderê, ji min dixwestin ku helwestekî xwekuştinê raber bikim.

Lê min helwestekî wiha pêş nexist û helwesta xwe ji bo aştiyê pêş xist.

Min ji wan re got ku xeta demokrasiyê ji bo min ne taktîk lê armanceke stratejîk e û dê li ser wê pir bixebitim.

Min nexwest gel li dijî hev şer bikin û xwîna hev birijînin.

Zanebûna min a dîrokê, sekna min a polîtîk û xeta min a felsefî-bîrdozî, vê yekê li min ferz dike.”

Back to top button