Navenda Ragihandinê a QSD diyar ku artêşa Tirk a dagirker ku zarokan dikuje bi nûçeyên derew hewl dide li ser komkujiyên xwe bigire û rastiyan berovajî dike.
Navenda Ragihandina QSD`ê li ser rûpela xwe ya fermî a twitterê derbarê nûçeyên derew yên Wezareta Parastinê a Dewleta Tirk de daxuyaniyek da.
QSD’ê da zanîn Arteşa Tirk a dagirker her roj êrişî herêmê dike û di êrişên xwe de welatiyên sîvîl hedef digire.
QSD’ê bibîrxist herî dawî di topbarana artêşa dagirker a di navbera Amûdê û Dirbesiyê de, zorokek din jî jiyana xwe ji dest da.
QSD’ê da zanîn artêşa Tirk a zarokkuj ji bo ku rastiya xwe veşêre nûçeteyên derew belav dike û wiha got,
“Nûçeyên ku qaşo 29 şervanên me xwestine êriş bikin û hatine şehîdxistin derew e. Tevgera hêzên me li heremên novborî tune ye.”