Leşkerên Iraqê êrişî ciwanên Şengalê kirin

Artêşa Iraqê li navenda Şengalê êrişî maseya ciwanên Êzidî a ji bo 15’ê Sibatê kirin û Rojnamevanên ku çalakî dişopandin jî rastî êrişê hatin.

Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê, di çarçoveya çalakiyên ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, xwestin maseyekê danin.

Leşkerên Iraqê, bêyî hincet nîşan bide bi jopan êrişî çalakiya ciwanan kir.

Mase ji hev belav kirin û dest danîn ser pirtûk, wêne û hemû alavan.

Di heman demê de leşkerên Iraqê, êrişî rojnamevanên ku çalakî dişopandin kir.

Di vê êrişê de kamerayên rojnamevanan hatin şikandin û alavên wan ên teknîkî jî hatin desteserkirin.

Back to top button