Hêzên hikumeta Şamê rêyên sereke yên Sweydayê girtin

Li Parêzgeha Siwêdayê xwepêşandanên li dijî kirinên hikûmeta Şamê, didomin.
Tevî ku îro hêzên hikumeta Şamê rêyên sereke yên Sweydayê girtin jî, şêniyan xwepêşandaneke girseyî lidar xistin û daxwaza avakirin Sûriyeke sivîl û demokratîk, kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî Mafên Mirovan, hêzên hikumeta Şamê ji saetên sibehê ve, li qad û rêyên sereke yên bajarê Sweydayê bi cih bûn û gelek rê bi panzêran girtin.

Gelek sekvan jî li ser banên avahiyên xwe, bi cih kirin.

Şêniyan xwepêşandanek girseyî li dar xistin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, raghand ku tevî komkirina hêzê û girtina riyan jî, îro li Sweydayê hejmarek mezin ji şêniyan Cebel El-Ereb, li pêşiya navenda Eyn El-Zeman xwepêşandan li dar xist.

Şêniyan banga avakirina Sûriyeke sivîl a demokratîk ku mafên hemû Sûriyan misoger dike, kirin.

Alozî û xwepêşandanên li Swêdayê ev 5 roj in li dijî biryarên hikûmeta Şamê û rewşa jiyanî ya xirab, dest pê kiriye.

Back to top button