Li Ewrupayê meşên dirêj ên ji bo azadiya Rêber Apo didomin

Li Ewrupayê meşên dirêj ên ji bo azadiya Rêber Apo, dewam dikin. Ciwanên ku ji Fransayê dest bi meşê kirin wê îro bighêjin Strasbourgê. Li Berlînê jî meşa ji bo du rojan hat destpêkirin.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêber Ocalan, pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) îsal ji bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir.

Ciwan bi wêneyên Rêber Ocalan, alên PKK’ê û pankarta bi nivîsa “Bi îradeya ciwanên Apocî em ê Rêber Apo azad bikin” dimeşin.

Ciwan wê îro bigihêjin Strasbourgê, ku dê sibe li wir meş û mîtîngek were lidarxistin.

Li Berlînê meşa 2 rojan hat destpêkirin

Li Paytexta Almanya Berlînê jî bi meşeke ji bo 2 rojan komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan, tê protestokirin.

Meşa îro li Franz-Neûmann Platzê dest pê kir û heta Alexandar-platzê domiya.

Wê meş sibê jî saet di 12.00’an de li Alexander platzê dest pê bike û heta Herman platzê bidome.

Back to top button