Nivîskar Letîf Ferec: Derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê erkekî mirovî ye

Piştevaniya bi kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê roj bi roj zêdetir dibe. Nivîskarê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Ferec piştgiriya xwe ya bi kampanyayê re ragihand û da zanîn ku bi azadkirina rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsta terorê, damokartîkbûna Tirkiyê pêkan e.

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê li seranserî Cîhanê deng vedaye, li Başûrê Kurdistanê jî her diçe piştevaniya bi kampanyayê re zêdetir dibe.

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevan Letîf Fatîh Ferec axivî û piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihand û got:

“Piştevaniyek Cîhanî ji kesayetên navdar û naskirî ji bo kampanyayê heye, derxistina PKK’ê ji vê lîsteyê kar û erkekî exlaqî û mirovî ye.”

Letîf Fatîh Ferec diyar kir ku ne PKK lê dewleta Tirk terorê dike, û li dijî Kurdan komkujiyan dike û wiha dewam kir,

“Qirkirina gel, çand, ziman, xak û guhertina demokgrafîk terora navneteweyî ye.

Dema tevgereke ji bo azadî, çand û zimanê xwe têdikoşe dixin lîsteya terorê.”

Ferec rexne li bêdengiya welatên Rojavayî a li hember sûc û kiryarên dewleta Tirk kir û xwst her kes ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê bixebite.

Nivîkar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferec di dawiyê de anî ziman ku azadiya rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirkiyê ye jî û got:

“Azadî û demokratîkbûna Tirkiyê bi azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ve girêdayî ye.”

Back to top button