Soran Omer: Êrişên dewleta Tirk li dijî qanûnên navneteweyî ne

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, parlamenterê Iraqê Soran Omer diyar kir ku Tirkiye bi êrişan hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Mamostayên Zanîngeha Helebce jî li dijî êrişan bertek nîşan dan û weke êrişên qirkirinê bi nav kirin.

Berî demekê, dewleta Tirk hemwextî hev êrişî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê kir

Ji ber van êrişên xwe yên bi armanca qirkirinê jî, rastî bertekên tund tê.

Parlamenterê Komela Dadgerî ya Kurdistanê yê Parlamentoya Iraqê Soran Omer der barê van êrişan de, axivî.

Soran Omer diyar kir ku êrişên Tirkiyê li dijî xaka Kurdistanê li dijî hemû yasayên navneteweyî ne û got:

”Ev demek e Tirkiye serweriya xaka Kurdistanê binpê dike.

Soran Omer êriş şermezar kirin û tekez kir wê helwesta wan li hemberî êriş û topbarana Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê cidî be.

Dewleta Tirk hemû sînor derbas kirine

Mamostayên Zanîngeha Helebçeyê jî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a qirker dan.

Mamoste û Dîroknas Erkan Ehmed Caf anî ziman ”Yên ku di van êrişan de şehîd dibin sivîl in.”

Erkan diyar kir ku van êrişan hemû sînorên mirovî derbas kirine û divê hikumeta Başûr êdî qebûl neke.

Serokê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Helebce Dr. Karwan Feteh jî dibêje:

”Ya ku dewleta Tirk dike qirkirin e.”

Back to top button