ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI BABÊ ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ ŞEWITAND

Dewleta Tirk a dagirker êdî her cure hovîtiya xwe li ser gelê Sûriyê dimeşîne. Vê carê jî dest bi rêbazê şewtandina zeviyên çandiniyê kiriye. Çeteyên “Mertala Firatê” yên artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Babê û Kobanê zeviyên çandinî yên şêniyan şewitandin.

Li gorî çavakaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên “Mertala Firatê” li gundê Olaşlî yê gundewarê Babê zeviyên çandiniyê şewitandin.

Gundên Olaşlî û gundê El-Bû Xaz di navbera herêmên di bin serweriya Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên Mertala Firatê de maye.

NAVÇEYA ŞIYOX A KOBANÊ TOPBARAN KIR , AGIR BI ZEVIYÊ GENIM Û CEH KET

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê jî zeviyên genim û ceh ku di naveba navçeya Şiyox a rojavayê Kobanê de topbaran kir.

Di encama tobarana dewleta Tirk de agir bi zeviyê genim û ceh ket.

Şênî jî bi hevkariya tîma agirkujî agir vemirandin.

Leave a Reply

Back to top button