Melevan Resûl: Gelê piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî neke wê têk biçe

li ser girîngiya xweparastina li hemberî gef û xeteriyên li ser herêmê Nivîskarê Kurd Melevan Resûl dibêje ku xweparastin bingeha parastina maf û destkeftiyan e, sekna li hemberî hemû xeteriyan e.

Melevan Resûl derbarê mijar ji ajansa Hewarê re axivî ..

Melevan Resûl got:

“Qonaxa ku Rojava tê re derbas dibe, beşeke ji qonaxa ku parçeyên Kurdistanê tê re derbas dibin e.

Avakirina hêzeke li gorî şert û mercên herêmî û hundirîn di qonaxa niha de gelek girîng e .

Rojava nedihat naskirin.

Piştre wekî şoreşa gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate naskirin.

Di qada navneteweyî de gelê Kurd di warê rêxistinî, avakirin û parastina herêmê de pêşengtî kir.”

Resûl îşaret pê kir ku hemû plan û siyasetên nijadperestî û şerê derûnî yên ku li ser herêmê hatin meşandin, bi saya berxwedana gelên herêmê û hêzên leşkerî, têk çûn û wiha bi dawî kir :

“Parastin erkeke ji her kesî tê xwestin.”

Back to top button