Li girtîgeha Wanê..greva birçîbûnê ya 140 girtiyan di roja sêyem de dewam dike

Li girtîgeha Wanê 140 girtiyan li dijî binpêkirina mafan û êşkenceya sîstematîk destbi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan di roja sê yem de didome.

Girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên girtin, di 10’ê Sibatê de ji bo 3 rojan dest biçalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya ku 140 girtiyan da destpêkirin di roja 3’yan de ye.

Ger ku daxwazên girtiyan bên bi cih anîn wê çalakî îro bê bidawî kirin.

Daxwazên girtiyan evin;

“* Divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin

* Girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên dermankirinê neyên astengkirin,

* Divê rêveberiya girtîgehê dest ji helwesta xwe ya li hemberî girtiyan berde,

* Bila serdegirtinên qawişan ên hefteyê 3 rojan tên kirin bên bidawîkirin,

* Divê Lijneya Rêveberî û Şopandinê ya Girtîgehê dest ji raporkirina rewşên kêyfî û xerab berde,

* Divê dest ji astengkirina aktîvîteyên civakî yên bi hinceta pandemiyê nayên kirin, were berdan.”

Back to top button