Hêzên cîhanî bang li welatiyên xwe kirin ‘Ukraine ter bikin’

Desteka ku hêzên Rojavayî didin Kiev, Û herî dawî banga hêzên cîhanî ku li welatiyên xwe kirin da ku ji Ukraine derkevin, weke nîşaneyên şer têne şîrovekirin. Di vê navberê de Koşka Kremlînê ragihand ku ji danûstandinên li gel Fransa û Almanyayê ti encam nehatin bidestxistin. Ev yek jî weke têkçûna hewldanên dîplomatîk tê nirxandin.

Piştî ku hewldanên dîplomatîk yên çareserkirina aloziya Ukraine bê encam man, fikarin destpêkirina êrişa hêzên Rûsyayê li dijî vê welatî zêde bûn.

Li gorî îdîayên rêveberiya Waşîngtonê, dibe ku di demeke nêz de Rûsya dest bi êrişê bike.

Lê Mosko hê jî dibêje, ti niyeta wê ya êrişê tine ye.

Ji ber zêdebûna aloziyê, gelek dewletî welatiyên xwe hişyar dikin da ku di zûtirîn dem de ji Ukraine derkevin.

Banga pêşî ji aliyê serokê Amerîkayê Joe Biden ve hate kirin.

Li pey wî Koreya Başûr, Îngilîstan, Danîmarka, Estonya û Norwêc jî xwestin welatiyên wan Ukraine biterikînin.

Yekîtiya Ewrûpayê heman bang li xebatkarên xwe ên dîplomatîk kirin.

Di vê navberê de eşkere bû ku Îsraîlê dest bi derxistina welatiyên xwe kiriye,

Mosko: Li hemberî me kampanya şerê psîkolojîk tê birêvebirin

Li hemberî vê helwesta welatên Rojavayî, Rûsyayê nerazîbûn nîşan da.

Wezareta Karê Derve ragihand ku hêzên daxwazên rewa ên Mosko bicih neanîn, niha bi zanebûn şerekî psîkolojîk birêve dibin.

Li gorî wezaretê, banga derketina ji Ukraine, kampanya reşkirinê ye.

Hemwextê van rewşa aloz, hat ragihandin ku wê îro di navbera Pûtîn, Biden û Macron de pêwendiya telefonî pêk were.

Doh berdevkê Koşka Kremlînê Dmîtry Peskov eşkere kiribû ku ji danûstandinên li gel Fransa û Almanyayê ti encam nehat bidesxistin.

Back to top button