PAJK: Komploya li dijî Rêber Apo bi ser neket

Partiya Azadiyê a Jinên Kurdistanê (PAJK) komploya naventeweyî ya li dijî rêber Apo şermezar kir û pitrast kir ku ew ê vê salê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin. PAJK’ê bang li hemû jinan kir ku sala 24’an ya komployê veguherînin sala raperînekî mezin ya jinan.

Ji bo salvegera komploya 15’ê Sibatê Partiya Azadiyê a Jinên Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyek da.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û ev tişt anî ziman:

”Hêzên kapîtalîst û dewletên paşverû meşa dîrokî ya Rêberê me, ji bo pergala xwe wekî pêvajoya tinebûnê dîtin. Bi rêbaz û kirêdiya zihniyeta mêr-dewlet Rêber Apo dîl girtin. Bi dîlgirtina Rêber, dîlgirtina doza gelekî û tinekirina têkoşîna azadiyê ya jinê hatibû armanckirin lê bi serneket. 23 sal e Rêber Apo li îşkencexaneya Îmraliyê, bi tecrîd û îşkenceyekî giran re rûberû ye. Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedana dîrokî bersiv da komlogeran. Pêvajoya Îmraliyê kiriye bingehê zayîna sêyemîn, pergala Netewa Demokratîk a li ser hîmê Modernîteya Demokratîk ava kiriye.

PAJK’ê bal kişand ser êrişên li dijî Kurdistanê, diyar kir ku hedefgirtina Kurdan temamkirina komployê ye û got:

Hêzên navnetewî yên komploger ji bo îradeya Kurdê azad bişkînin, hêza ku pêşengî ji têkoşîn û tevgera Apo’yî re dike jin û ciwanan teslîm bigre, ji nirxên têkoşînê dûr bixîne siyasetekî qirêj ya pir alî xistin meriyetê. Planên nû yên qirêj ji bo nûkirina komplo xistine dewrê. Bêdengiya li dijî kuştin û hedefgirtina Kurdê azad û jina berxwedêr berdewamiya temamkirina komploya navnetewî ye.

PAJK’ê piştrast kir ku ew ê, sala 2022’an teqez bikin sala azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û planên nûkirina komployê pûç bikin.

Di sala 2022’yan de wekî Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê, dê armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo be. Wê têkoşîna me bighîje serkeftinê, rejîma faşîst hilweşê, hêzên hevkar û xayîn mahkûmî binkeftinê bibin.

Dawiyê, PAJK’ê ev bang li gel kir:

”Divê di serî de jin, gelê welatpêrêz, berxwedêr sala 24’an ya komployê veguherînin sala raperînekî mezin ya jinan û gelan li dijî zihniyeta kujer ya mêr-dewlet û pergala wê ya kapîtalîst. Pêngavên “Dem Dema Azadiyê Ye” û Dema Parastina Jin û Civaka Azad e” dikare bi bilindkirina tekoşînê û pêşxistina sekna berxwedêr ya li dijî komplo bighîjîn armanca xwe.

Back to top button