Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şehîdên xwe eşkere kir. Şervanên ku nasnameya wan hate eşkerekirin di 23 Çile û 8’ê Sibatê de li Hesekê û Zirganê şehîd bûne.
Navenda Ragihandina û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şehîdên xwe bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku hemwextê êrişên çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk jî tevgera xwe a li dijî hêzên QSD’ê û gelê herêmê zêdekirin û wiha got:
20’ê Çileya derbasbûyî, bi êrişa li dijî girtîgeha Hesekê careke din hevkariya dewleta Tirk a li gel çeteyên DAIŞ’ê piştrast bû.
Lewma hemwextê êrişa çeteyan, artêşa Tirk a dagirker jî bi balafirên şer ên bê mirov herêmên Eyn Îsa, Zirgan, Dêrik û Dirbêsiyê bombebaran kirin.
Bê guman tişta ku rê li ber hêrsa dewleta Tirk vekir, têkçûyîna DAIŞ’ê ya li Hesekê bû.
Berxwedana şervanên me, planên rêxistina terorîst a DAIŞ û alîgirên wê têk birin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku ev serkeftina wan bi dayîna berdêlên giran pêk hatiye û nasnameya 8 şervanên ku li Hesekê û Zirganê şehîd bûne eşkere kir.
Li gorî daxyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Navê kod: Ebdulkerîm
Nav û paşnavê rastîn: Abdulkerim Al Hamada
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022
Navê kod: Ehmed
Nav û paşnav: Ehmed El-Mecûn
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Newaf
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022
Navê kod: Ferhan
Nav û paşnav: Ferhan Ebdulrehman
Navê Dayikê: Ayda
Navê Bav: Ebdulqadir
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022
Navê kod: Mihemed
Nav û Paşnav: Mihemed El-Hesen
Navê Dayikê: Mehiya
Navê Bav: Ebdulkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022
Navê kod: Seîd
Nav û Paşnav: Seîd Îbrahîm
Navê Dayikê: Basma
Navê Bav: Reşad
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022
Nasnav: Xaşi
Nav û paşnav: Xaşî Hesen
Navê Dayikê: Sebriye
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 23 Çile 2022
Navê kod: Hogir Amûdê
Nav û Paşnav: Îbrahîm Sîdo
Navê Dayikê: Sana Seydo
Navê Bav: Enes Îbrahîm Sîdo
Cih û Dîroka Şehadetê: Ebû Rasên / Zerkan, 07.02.2022
Navê kod: Xebat Marînos
Nav û paşnav: Xebat Orhan
Navê Dayikê: Zulêxa
Navê Bav: Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê, 08.02.2022