Tevgera Rûsya li ser sînorê Ûkrayna gotinên wê bêwate dike

Tevgera leşkerî ya Rûsya li ser sînorê Ukraine, Desteka ku hêzên Rojavayî didin Kiev, Û herî dawî banga hêzên cîhanî ku li welatiyên xwe kirin da ku ji Ukraine derkevin, weke nîşaneyên şer têne şîrovekirin.

Piştî ku hewldanên dîplomatîk yên çareserkirina aloziya Ûkrayna bê encam man, fikarên destpêkirina êrişa hêzên Rûsyayê li dijî vî welatî zêde bûn.

Li gorî îdîayên rêveberiya Waşîngtonê, dibe ku di demeke nêz de Rûsya dest bi êrişê bike.

Lê Mosko hê jî dibêje, ti niyeta wê ya êrişê tine ye.

Ya li ser erdê pêk tê jî gotinên Rûsya bêwate dike.

Tetbîqata Rûs-Belarûs ya ku 10’ê Sibatê despêkirî di roja 3. de ye.

Tankên Rûs û Belarûsya metirsiya li ser Kîevê xurtir dike.

Di vê navberê de, doh Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu û Sererkanê Giştî Valery Gerasimov bi hempîşeyê xwe yê Brîtanî re civiyan.

Ûkrayna tevî amadekirina welatiyan ji bo şer, çekên dijî tankan jî diceribîne

Ûkrayna ya ku metirsiya heyî ji nêz ve dibîne, hewil dide bi tetbîqatan helwesta xwe diyar bike.

Çekên dijî Tankan ku ji welatên Rojavayî girtiye diceribîne.

Li aliyekê din hêzên NATO yên li Romanya hatine bicihkirin jî di amadebaşiyê de ne.

Hêzên cîhanî bang li welatiyên xwe kirin ‘ukraine terk bikin’

Ji ber zêdebûna aloziyê, gelek dewlet welatiyên xwe hişyar dikin da ku di zûtirîn dem de ji Ûkrayna derkevin.

Piştî banga serokê DYA Joe Biden, Koreya Başûr, Îngilîstan, Danîmarka, Estonya, Norwêc û Almanya jî xwestin welatiyên wan ji Ûkrayna derkevin.

Yekîtiya Ewrûpayê heman bang li xebatkarên xwe ên dîplomatîk kirin.

Di vê navberê de eşkere bû ku Îsraîlê dest bi derxistina welatiyên xwe kiriye.

Back to top button