Duran Kalkan: Komploya 15’ê Sibatê hewldana temamkirina qirkirina gelê Kurd bû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan eşkere kir ku Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê hewldana temamkirina qirkirina gelê Kurd bû. Kalkan wiha got, “Ji ber ku Rêber Apo çareseriya pirsgirêka Kurd dixwest, hebûn û azadiya Kurdan diparêze, li dijî hişmendî û siyaseta qirkirina Kurdan têkoşîn dikir, komploya navnetewî li dijî wî hat kirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî salvegera 23’an a Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê bersiv dan pirsên Ajnasa Nûçeyan a Firatê.

Di beşa yekemîn a hevpeyvînê de, Kalkan sedemên pêkanîna komployê nirxand û got;

Komploya li dijî Rêber Apo ne ji nişkê ve bû. Ev komplo pêvajoyeke dîrokî û di nava gelek qonaxan de hatiye amadekirin. Armanc jê temamkirina hewldana qirkirina gelê Kurd bû. Komplo êrişeke wiha bû ku xwe dispart hişmendiya înkar û tinekirina gelê Kurd. Û ji ber ku Rêber Apo pêşengê çareserkirina pirska Kurd bû û her wiya li hemberî hewldanên qirkirinê serî rakiribû, bû armanca komployeke navneteweyî.

Duran Kalkan anî ziman ku hêzên komploya 15’ê Sibatê amade kirin, xwedî hişmendiya perçekirina gelê Kurd bûn û got:

“Derketina PKK’ê û Rêber Apo li dijî siyaseta tinekirina hebûna netewa Kurd bû. PKK ji aliyekê ve li dijî hişmendî û siyaseta qirker têkoşiya û li aliyê din hewl da pergaleke demokratîk û azadiyê ava bike. Hem dewleta Tirk û hem jî hevalbendên wê yên li nava NATO, têkoşîna PKK û Rêber Apo weke êrişa li dijî berjewendiyên xwe dîtin. Ji ber vê yekê NATO sala 1985’an eşkere bû beşeke ji şerê dewleta Tirk ê li dijî PKK û gelê Kurd.”

Kalkan da zanîn ji ber ku ti encam nehat bidestxistin, dewleta Alman zext li rêveberiya Sûrî kir da ku Rêber Apo radestî Tirkiyê bike û wiha dewam kir;

“Li qada Ewrûpayê bi pêşengiya Almanya xwestin PKK’ê û xeta Rêber Apo mehkûm bikin. Lê tevî van êrişên dijwar jî PKK bû xwedî hêzeke mezin. Ji ber ku ev hewldan jî bê encam mabûn, vê carê hin hêzên Kurd xistin dewrê. Cotmeha sala 1992’an, ji qada Xakurkê heta Heftenînê êrişeke hevpar li dijî PKK’ê destpêkir. Û wê demê hîmê destpêkirina komploya navneteweyî hat danîn.

Weke encam,

Êrîşên 87-88’an bi ser neketibûn û êrişa 92’an jî hate pûçkirin.

Li ser vê li rê û rêbazên din geriyan. Komploya navneteweyî di encama van lêgerînan de derket holê.

Li gorî plana wan, ji bo tinekirina PKK’ê, pêwîste destpêkê Rêber Apo ji holê were rakirin.

Serkeftina van herdû planê wan, dihat wateya temamkirina hewldana qirkirina gelê Kurd.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi bîr xist ku 1’ê Îlona 1998’an Ewrûpa daxwaza ragihandina agirbestê li Rêber Apo kir û got;

“17’ê Îlona heman salê li Washîngtonê di navbera Talabanî û Barzanî de peymanek hat mohrkirin. Wê demê Amerîka PKK xist nava lîsta “rêxistinên terorîst” û eşkere dest bi pêvajoya komploya navneteweyî kir. Bê guman hin dewletên Ewrûpa, Rojhilata Navîn û hêzên herêmî jî bûn beşek ji rêvebirina komployê. Di encama vê hevkariyê de, 15’ê Sibatê Rêber Apo ji Kenyayê revandin û birin Tirkiyê.”

Back to top button