JAMES JEFFREY: EM HEWL DIDIN ROLEKE NAVBEYNKAR DI NAVBERA QSD Û TIRKIYÊ DE BILÎZIN

Nûnerê Taybet ê Emerîka yê Sûrî James Jeffrey di rûniştandina Kongrêsa Amerîkayê de stratejiya Emerîka ya li Sûrî eşkere kir. James Jeffrey diyar kir ku ew hêzên xwe yên hawayî ji sûriyê venakişînin û got; Em hewl didin roleke navbeynkar di navbera QSD’ê û Tirkiyê de bilîzin da ku asta nakokiyê mezin nebe.

James Jeffrey balkişand ser çareserkirina aloziya sûriyê û destnîşan kir ku Washington bi çareseriyekê ku El-Esad kuştina gelê xwe dewam bike, bawer nake.

ME TI CARÎ BEHSA VEKIŞÎNA HÊZÊN XWE YÊN HEWAYÎ JI SÛRIYÊ NEKIRIYE

Jeffrey derbarê vekişandina hêzên Amerîk yên hawayî ji Sûriyê wiha got:

Me ti carî behsa vekişîna hêzên xwe yên hewayî ji Sûriyê nekiriye.

Me negot em ê hêzên xwe yên hewayî yên ku bakur û rojhilatê welêt diparêzin bikişînin.

Me baweriya xwe winda nekir û em bi hevalbendên xwe QSD’ê re di rewşek baş de ne.”

JAMES JEFFREY:
EM HEWL DIDIN ROLEKE NAVBEYNKAR DI NAVBERA QSD Û TIRKIYÊ DE BILÎZIN

Nûnerê Taybet ê Emerîka diyar kir ku ew hewl didin roleke navbeynkar di navbera QSD’ê û Tirkiyê de bilîzin da ku asta nakokiyê mezin nebe û ev tişt anî ziman:

“Em metirsiyên Tirkan di ber çavan re derbas dikin lê em ê ewlehiya hevalbendên xwe biparêzin.”

ARMANCA HEBÛNA ME DI SÛRIYÊ DE RÊGIRTINA LI PÊŞIYA VEGERA DAIŞ’Ê YE

Jeffrey destnîşan kir ku armancên Amerîka di Sûriyê de tunekirina DAIŞ`ê ye, rêgirtina li pêşiya vegera wê ye. derxistina hêzên Îranî ji Sûriyê û vedîtina çareseriyek siyasî ye.

Nûnerê Taybet ê Emerîka yê Sûrî James Jeffrey derbarê şerê li Idlibê diqewime Rûsiya û Tirkiye tewanbar kir.

Leave a Reply

Back to top button