Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Heleb bombebaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran herêmên Idlib û Heleb bombebarankirin. Balafirên şerê ên Rusyayê jî êrişî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran bakur-rojhilatê Idlibê bombebaran kir.

Hat ragihandin di encamê topbaran li ser bajarokê Mieara El-Nisan ya li Idlibê de 2 zarok, 3 jin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di heman demê de hêzên hikûmetê derdora gundê Kefer Eme û bajarokê Tiqad ên li rojavayê Helebê jî da ber topban.

Di encama topbaran li ser bajarokê Teqad sivîlek jiyana xwe ji dest da

Balafirên şer yên Rûs deverên çeteyan bobmeberankirin

Her wiha çavdêriyê ragihand ku ji şevê din balafirên şer ên Rusyayê bi dijwarî deverên DAIŞ”ê ên li çolistana Reqa û Hemayê topbaran kirin.

Hate ragihandin ku heta niha 16 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 30 jî birîndar bûne.

Back to top button