RÊVEBERIYA KAMPA HOLÊ PIŞTÎ HEJMARA ŞÊNIYAN GIHAŞT 73 HEZARAN, 2 BEŞÊN NÛ LI KAMPÊ ZÊDE KIRIN

Kampa Holê ya ku bi qasî bajarokekê ye ji aliyê rêxistinên mirovî ve hatiye paşguhkirin. Rêveberiya Kampê jî ji ber hêjmara zêde ya şêniyên li Kampê wê 2 beşên nû li kampê zêde bike.

Li Kampa Holê 73 hezar kes heye û li ser 5 beşan hatine dabeşkirin.

Bi zêdebûna penaberan û paşguhkirina rêxistinên navdewletî fişar li ser rêveberiya kampê jî çêbû.

Bi armanca dabînkirina konan ji hemû penaberan re, rêveberiya kampê bi derfetên kêm însiyatîfa firehkirina kampê kir û 2 beşên din lê zêde kirin.

Beşên nû kenalên avê û serşok lê hatin zêdekirin û wê piştre jî kon bên vedan.

Di vê derbarê de endamê rêveberiya kampa Holê Mihemed Yûsiv got,

Piraniya şêniyên li kampê ne, bi sedema tunebûna rûpîvana kampê, bê kon in.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk kampa Holê 2016’an piştî penaberên ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, li Iraqê reviyabûn ev cih ava kir.

Leave a Reply

Back to top button