JI BO PÊŞWAZÎKIRINA HILBERÎNA MEWSIMÊ ÎSAL GELEK BIRYAR HATIN GIRITN

Derbarê pêşwazîkirina mewsima çandiniyê de li bajarê Serêkaniyê civîneke berfireh hate lidarxistin.
Di civînê de Şirketa Pêşxistina Çandiniyê gelek biryar derxistin.
Yek ji wan jî hemû cotkar dikarin hilberînên xwe li gorî daxwaza xwe bifiroşin cihên peywendîdar.

Ji bo pêşwazîkirina hilberîna çandiniya îsal şirketa Pêşxistina Çandiniyê civîneke berfireh li saziya çandiyê ya li Serêkaniyê lidarxist.

Civîn ji endamên Şirketa Pêşxistina Çandiniyê, cotkarên li her du herêmên Cizîrê û Firatê re pêk hat.

Di civînê de, amadekariyên ji bo pêşwazîkirina mewsima çinînê bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha amadekirina navendên pêşwazîkirina genim li embarên herêma Cizîrê û Firatê hate nîqaşkirin.

Di encama nîqaşan de beşdaran ev biryar girtin:

-Awayê kirîna hilberînan ji cotkaran hate diyarkirin. Bermeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya 12 şirketan wê were kirin.
-Hemû cotkar dikarin hilberînên xwe bifroşin Rêveberiya Xweser an jî rejîma Sûrî.
-Fatoreyên hilberînan divê herî zêde di nava 20 rojan de werin Xurdekirin.
-Li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji destpêka 10`ê Hizêrana 2019’an ve wê hemû navendên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo kirîna genim werin vekirin.
– Ji bo kirîna berhema ceh jî wê hemû navend li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji destpêka 25’ê Gulanê werin vekirin.

Leave a Reply

Back to top button