
10’ê Sibatê şandeyek ji HDP’ê serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şande çû Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê.
Parlamenterê Şirnexê Hesen Ozguneş ku di şandeyê de bû dibêje: “AKP di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de tenê sivîlan dike armanc.” Parlamenter Hesen Ozguneş diyar kir wan di serdanên xwe de êrişên Tirkiyê lêkolîn kirine û got:
”Hikumeta AKP’ê rastiyê ji raya giştî vedişêre.
Ji bo wê me xwest em bi xwe li ser êrişan lêkolîn bikin.
Me dît ku li Şengal û Mexmûrê di êrişan de sivîl dibin qurban.”
Hesen Ozguneş piştrast kir ku ew ê van rastiyan bikin rapor û li Enqereyê ji bo raya giştî re bi par ve bikin.