Nivîskar Şemal Xorşîd: Rêber Apo bi Îradeya xwe komplo pûç kir

Ji Başûrê Kurdistanê jî li dijî Komploya navneteweyî nerazîbûn tên nîşandan.
Nivîskar Şemal Xorşîd û çavdêrên Siyasî Hadî Kolknî û Hardî Hadî komplo şermezar kirin.
Çavdêran ji hêzên siyasî xwest ku ji bo azadiya Rêber Apo zextê li NY’ê bikin.
Nivîskarê Libnanî Xelîl El-Qadî jî dibêje: “Rêber Ocalan ji hemû azadîxwazên cîhanê re pêşeng e û divê komplo bi dawî bibe.

Ji 15’ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re, tenê du roj man.

Bi nêzîkbûna wê rojê re, ji her kesî û li her derê nerazîbûn tên nîşan dan.

Şêniyên Başûrê Kurdistanê bi nivîskar û siyasetmedarên xwe jî di nav de.

Nivîskar û Dîroknas Şemal Xorşîd li dijî komployê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Şemal Xorşîd anî ziman ku armanca komployê tunekirin rêber û PKK’ê bû û got: ”Rêber Ocalan bi bîrmendî, fikir û îradeya xwe ew komplo pûç kir.”

Şemal diyar kir ku baweriya Kurdan bi Rêber Apo heye û wê planên dijmin bin bixin.

Çavdêrên siyasî: Tecrîd li dijî hemû pîvanên exlaqî ne

Endamê Komîteya Çavdêrî ya Hizba Komunîst a Kurdistanê Hadî Kolknî jî li ser heman mijarê nirxandin kir.

Hadî ji hêzên siyasî xwest ku zextê li NY’ê bikin da Rêber Apo were azadkirin.

Çavdêrê Siyasî Hardî Hadî jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hemû pîvanên exlaqî û mirovî ne.

Nivîskarê lubnanî Xelîl El-Qadî: Dema azadiya Ocalan hatiye

Nivîskar û rojnamevanê lubnanî û endamê Însiyatîfa Erebî ya ji Ocalan re Azadî Xelîl El-Qadî jî nerazîbûn nîşanî komployê da.

Xelîl diyar kir ku rêber Ocalan ji hemû azadîxwazên cîhanê re pêşeng e û ruxmî dîlgirtina wî xwedî roleke bi bandor e û got: “Dem hatiye ku qeyd werin şikenandin û Ocalan ji zindanê were derxistin.”

 

Back to top button