Li aliyekî hişyariyên şer û li aliyê din hewldanên dîplomatîk dewam in

Amerîka hişyarî da ku dibe Rûsya di nava çend rojan de êrişî Ûkrayna bike.
Piştî vê îdîayê, tevgera li herêmê zêde bû.
Li aliyekî îdîayên ku wê şer pêk were, li aliyê din jî helwdanên dîplomatîk dewam dikin.
Lê heta vê gavê ji van danûstandinên ku din bin navê çareseriyê de pêk tên, ti hêviyên erênî xuya nakin.

Şêwermendiya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê îdîa kir ku beriya olîmpiyada Çînê bi dawî bibe, dibe ku Rûsya dest bi êrişa dagirkirina Ûkraynayê bike.

Mosko jî ev îdîa weke şerekî ragihandinê yê pîskolojîk û bêbingeh bi nav kir.

Di rewşeke wiha de, hejmara zêde ji dewletên Rojavayî bang li welatiyên xwe kirin ku ji Ukrayna derkevin.

Li gel vê rewşa aloz jî lîderên cîhanî di bin navê çareseriya aloziyê de hewldanên xwe yên dîplomatîk dewam dikin.

Doh bi vê armancê 2 pêwendiyên telefonî pêk hatin.

Kremlîn: Îdîayên êrişa li dijî ûkrayna hewldanên sorkirinê ne

A yekemîn di navbera Emanuel Macron û Pûtîn de bû.

Koşka Kremlînê ragihand ku pêwendî dewama hevdîtina li Moskoyê bû û ev agahî bi parve kirin:

Pûtîn îdîayên hêzên Rojavayî yên têkildarî êrişa Rûsyayê weke hewldanên sorkirinê binav kirin.

Heta niha Amerîka, NATO û Ewrûpa bersiva pêwîst nedane daxwazên misogerkirina ewlekariyê yên Rûsyayê.

Her wiha îşaret bi wê yekê kir ku helwesta di civîna 10’ê Sibatê ya li Berlînê jî weke nîşaneya têkçûna hêzên Rojavayî hat binavkirin.

Biden: eger êriş pêk were wê Amerîka û hevalbendên wê bersiva tund bidin

Pêwendiya telefonî ya duyemîn jî di navbera Joe Biden û Pûtîn de pêk hat.

Koşka Spî têkildarî naveroka pêwendiyê ev agahî bi raya giştî re bi parve kirin:

Serokê Amerîka Joe Biden careke din bang li serokê Rûsya Pûtîn kir ku 100 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Ûkraynayê vekişîne.

Her wiha hişyar kir ku eger Rûsya êriş bike, wê Amerîka û hevalbendên wê bersivên tund bidin.

Li gorî Koşka Spî, Biden eşkere ji Pûtîn re gotiye;

Êrîşa li dijî Ûkrayna wê bibe sedema aloziyeke mezin a mirovî û ev hişyarî daye:

Her çendî Amerîka amade ye hewldanên dîplomatîk dewam bike jî lê di heman demê xwe ji bo her sînaryoyeke din jî amade kiriye.

Back to top button