“Siyaseta înkarkirina Kurdan îro ji salên 1925’an cudatir nîn e”

97 sal berê îro Şêx Seîd û hevalên xwe li dijî zilm û siyaseta înkarê ya dewleta Tirk serî hildan. Bi wesîleya salvegera vê rojê komeleya Şêx Seyîd daxuyaniyek da û diyar kir heman zihniyeta faşîst û înkarger îro jî li dijî gelê Kurd didome.

Di 13’ê Sibata sala 1925’an Şêx Seîd û hevalên wî li dijî zilm û înkara ser Kurdan serî hildan.

97 sal li ser vê serhildanê re derbas bûn.

Bi boneya salvegera vê rojê, Komeleya Şêx Seîd û Hevalên wî li avahiya xwe ya li Amedê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji hêla serokê komeleyê Mehmet Qasim Firat hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Qasim Firat diyar kir ku Piştî ku Şêx seîd li Pîranê xwe radestî dewleta Tirk nake çirûska Tevgera neteweyî ya Kurdan a sala 1925’an dest pê dike.

Firat da zanîn ku ev çirûsk li gelek derverên Kurdistanê veguherî berxwedana bêhempa.

Qasim Firat balkişand li ser, komplo, povakasyon,, surgun, asîmîlasyon û komkujî ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan û berxwedanên li dijî wan.

Firat da zanîn ku înkar û tunekirina gelê kurd ji wê demê û heta niha didome û got:

“Înkarkirina mafên Kurdan îro ji salên 1925’an cudatir nîn e.”

Firat destnîşan kir ku li hember van jî berxwedana birûmet, fedakarî û qehremanî jî her hebûye û didome.

Di dawiyê de serokê komeleyê Mehmet Qasim Firat ev serhildan silav kir û diyar ku ewê şopdarên Şêx Seîd û hevalên wî bin.

Back to top button