Bi rasthatina 15’ê Sibatê çalakî dewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina salvegera Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê çalakî dewam dikin. Îro li gelek deverên Herêma Cizîrê welatî daketin qadan û komplo şermezarkirin.. Di çalakiyên ku hatin lidarxistn de soza bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo hat dayîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê çalakî dewam dikin.

Şêniyên Herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo şermezarkirina komployê çalakaiyên xwe dewam dikin.

Li bajarê Qamişlo, çalakiya konvedanê ya bi pêşengtiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya li ber Lîstgeha 12’ê Adarê di roja xwe ya sêyem de bi dawî bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên Rveberiya Xweser serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de der barê Komploya 15’ê Sibatê de, senevîzyon hat pêşandan.

Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Ciwanan di daxuyaniyê de gotin ew ê têkoşîna xwe heta azadiya Rêber Apo bidomînin.

Şêniyên bajarokê Girbawî ji bo şermezarkirina komployê meşiyan

Li bajarokê Girbawî ya bi ser Qamişlo ve jî, bi heman armancê, bi pêşengtiya jinên ciwan meşek hate lidarxisitn.

Piştî ku meş veguherî mitîngê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de soza bilindkirina têkoşîna heta azadiya Rêber Apo, hate dayîn.

Meclisa navçeya Amûdê li ser komploya 15’ê Sibatê civînek li dar xist

Meclisa Navçeya Amûdê bi hevkariya kongra Star û PYD’ê civînek der barê Komploya 15’ê Sibatê de li dar xist.

Di civînê de heveserokê Meclisa Amûdê Selman Coan axivî û diyar kir komploger nikarîbûn gel ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan dûr bixin.

Di civînê de nirxandinên Rêber Ocalan yên derbar komployê de jî hatin xwendin.

Li navçeya Girkê Legê sînevizyonek hate pêşandan

Li Navçeya Girkê Legê jî bi heman armancê Meclisa malbatên Şehîdan senevizyonek derbarê Komploya 15’ê Sibatê li avahiya Sendîkaya Karkeran da pêşendan.

Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên meclisa Malbatên şehîdan di çalakiyê de amade bûn.

Li Dirbêsiyê Meclisa Jin ya Malbatên Şehîdan komplo şermezar kir

Li Navçeya Dirbêsiyê jî, Meclisa Jinan ya Mabatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca komployê tunekirina Fikir û felsefeya Rêber Ocalan bû ku hevjiyana aştiyane û biratiya gelan bingeha wê ye.

Di dawiya de bang li hemû saziyên hiqûqî û aliyên siyasî hate kirin ji bo azadiya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button