Li Kerkûkê kampanya “Ji Kurdan re edalet” hat ragihandin

Bi pêşengiya kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzerên bajarê Kerkûkê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hat ragihandin. Bi kampanyayê daxwaza derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û azadiya Rêber Apo hat kirin. Bang li herkesî jî hat kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.

Duh êvarê li bajarê Kerkûkê bi tevlêbûna gelek kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar, çalakvan û parêzeran bi civîneke çapameniyê kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ hat ragihandin.

Bi kampanyayê daxwaza derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê û azadiya Rêber Apo hat kirin.

Di civîna çapemeniyê de kesayetên Kerkûkê ji welatiyan daxwaz kirin ku herkes tevlê kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bibin û piştgiriyê bidin kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’.

Di civîna çapemeniyê de Nivîskar û siyasetemdar Letîf Fatih Ferec axivî û balkişande li ser kampanya navnetewî a bi pêşengiya gelek fîlozof, nivîskar û kesayetên rewşenbîr ên cîhanê ku bi navê ‘Ji Kurdan re Edalet’ hatiye destpêkirin.

Letîf Fatih Ferec ji Kurdan xwest ku zêdetir piştgiriyê bidin kampanyayê û got, “Ne PKK lê terorîstê rasteqîn dewleta Tirk e.

Niha fîlozof û rewşenbîrên navdar ên cîhanê ji bo azadiya Ocalan û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê dengê xwe bilind kirine û nabe ku Kurd bê deng bin.”

Pisporê Qanûnên Navnetewî Hejar Kakeyî jî di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, ev pêngav ji bo Kurdan girînge û bibîrxist ku di asta cîhanê de ji bo vê kampanyayê xebat tê kirin.

Kakeyî wiha got, “Em wek lîderê partiyekê li Birêz Ocalan temaşe nakin. Birêz Ocalan rêberekî diyar ê Kurd e. Piştî sala 2014’an yên şerê DAIŞ’ê kir û bi xwîna şehîdan Rojhilata Navîn parast Apocî bûn.”

Kakeyî îşaret bi ragihandina kampanya ‘Ji Kurdan re Edalet’ ya li bajarê Kerkûkê kir û bang li herkesî kir ku zêdetir tevlê vê kampanyayê bibin piştgiriyê bikin ku PKK ji lîsta terorê bê derxistin û Rêber Apo azad bibe.

Siyasetmedarê Kerkûkî Mela Ferman Mihemed jî axivî û got; “Derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ne tenê ji bo PKK’ê wê ji boTirkiyê jî sûdewar be.

Back to top button