Rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar giran dibe

Rewşa girtiyên nexweş ên li zîndanên dewleta Tirk giran dibe. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a sala 2021’ê li girtîgehan zêdeyî hezar û 600 giritiyên nexweş hene. Tevî raporên “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî nayên berdan. Malbatên girtiyan daxwaza berdan û dermankirina zarokên dikin.

Rewşa bi sedan girtiyên nexweş yên li zîndanên dewleta Tirk roj bi roj giran dibe.

Ji girtiyên rewşa wan giran yek jê, Tenzîle Acar e ku li Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê ye.

Acar, di sala 2015’an de hat girtin û 16 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Dayika wê Rismiye Acar diyar kir ku beriya girtinê tu nexweşînên keça wê tune bûn û got:

“Ji roja hatiye girtin heya niha nexweş e û her ku diçe nexweşiya wê girantir dibe û nayê dermankirin.”

Rismiye Acar diyar kir ew dixwazin zilma li ser girtiyan bi dawî bibe û hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Girtiyê nexweş Naîl Demîr nayê dermankirin

Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê ku nexweşê pençeşêrê ye di 22’yê Tebaxa 1993’an de li Mêrsînê hat girtin û cezayê muebedê lê hat birîn.

Demîr, 29 sal in girtîye û niha di girtîgeha bajarê Afyonê de ye.

Demîr, di nameya xwe de aniye ziman ku nayê dermankirin û malbata xwe pir kêm dibîne.

Hevjîna wî Halîme Demîr got: “Li girtîgehê tu xwestekên wî nayên qebûlkirin. Nêzî 2 sal in ew nedîtiye.”

Dayika Mazlûm Dînç: Ger edalet hebûya wê evqas zilm li Kurdan nehata kirin

Mazlûm Dînç ku di sala 2015’an de hatiye girtin, 21 sal ceza lê hatiye birîn.

Dayîka wî Hanim Dînç niha li dijî bêhiqûqîyan li Baroya Wanê di Nobeda Edaletê de ye.

Halîme Dînç, diyar kir piştî 3 salan wan bi nîv saetê hev dît.

Halîme bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest girtî bên dermankirin.

Halîme got, “Ger li Tirkiyê edalet hebûya, wê evqas zilm li kurdan nehata kirin.”

Back to top button