Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê komploya navnetewî şermezarkir û ji bo azadiya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê kir.
Kongreya Star di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser rêber Apo û hewldanên tunekirina gelê kurd kir û got,
“Armanca dagirkeran ew bû ku di kesayeta Rêber Apo de gelê kurd tune bikin, lê pîlanên hêzên komploger bin ketin.
Kongreya Star diyar kir rêya xilsasiya gelên bindest fikr û felsefeya rêber Ocalan e û soza şopandina rêya wî û pêkanîna azadiya wî da.
Kongra Star diyar kir heta Rêber Apo û gelê Kurd azad nebin, gelên Rojhilata Navîn azad nabin.
Kongra Star bang li hêzên demokrasiyê, gel û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan û têkbirina komployê tê bikoşin.