Li Hesekê û Şedadê 4 şehîd hatin oxirkirin

Li Hesekê, 4 şervanên ku di êrişên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de li Dêrik û Hesekê şehîd bûn hatin oxirkirin. Li Şehbayê jî nasnameyên 4 şervanan hatin eşkerekirin. Li Helebê jî ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat vedan. Di merasiman de soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Şedadê ji bo oxirkirina 4 şervanên ku di Pêngava Gurzê Gelan û êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bûbûn merasimek lidarxistin.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Selma Qasim axivî û berxwedan û lehngiya QSD û Hêzên Ewlehiya Hundirîn di parastina xaka welat de bibîranî û got:

Ji fermandarên QSD’ê Birûsk Hesekê jî axivî û tevahî şehîdên azadiyê bibîranî.

Birûsk Hesekê diyar kir ku QSD’ê amade ye gelên herêmê ji êrişan biparêze.

Li Şehbayê nasnameyên 4 şehîdan hate eşkerekirin

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê jî li qada Kampa Berxwedan a li Şehbayê bi merasîmekê 4 şervanên QSD’ê û HPG’ê ku şehîd bûne, ragihandin.

Di merasimê de Meclisa Malbatên Şehîdan navê şervanên ku şehîd bûne eşkere.

Navn şervanên ku şehîd bûne wiha ne.

Şervanê HPG’ê Zîbar Kebar li Zapê di sala 2016’an şehîd bû.

Şervanê HPG’ê Cîger Efrîn li Çiyayê Qendîl di sala 2021’ê de şehîd bû.

Şervanê YPG’ê Şoreş Kobanê di pêngava yekemîn a berxwedan serdemê de şehîd bû.

Şervanê QSD’ê Xemgîn Bilbilê li Hesekê sala 2022 şehîd bû.

Piştî îlankirina navê şehîdan rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn Xedîca Îbo axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan plan û siyasetên qirêj ên li dijî gelê herêmê pûç bûn.

Li Şêx Mexsûd konê sersxiyê ji bo şehîd Siyabend Bêkes hat vedan

Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê yê ji bo şervanê QSD’ê Siyabend Bêkes ku di encama êrişa balafira dewleta Tirk de li Dêrikê şehîd bû, kirin.

Li bin konê sersaxiyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: “Ji ber ku em li ser fikra rêber Apo dimeşin dewleta Tirk êrişî me dike.”

Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button