Hêzên QSD’ê sîxûrekî DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk, sîxûrekî çeteyên DAIŞ’ê ku berpirsyarê gihandina pereyan ji bo şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û malbatên wan bû, girtin. Sîxûrê bi navê Mihemed Ehmed Kerz li xwe mikûr hat ku wî pere ji Tirkiyê digirtin û dighandin şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hêzên Taybet yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Çeteyê bi navê Mihemed Ehmed Kerz yê ji Babê ku berpirsê belavkirina pereyan li şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê û malbatên çeteyan ên li Kampa Holê bû, girtin.

Çete Mihemed Kerz di nava îtrafên xwe de, li xwe mikûr hat ku wî pere ji Tirkiyê û Idlibê digirtin û digihandin şaneyên DAIŞ’ê yên razayî.

Çete Mihemed Kerz diyar kir ku wan sûd ji rewşa jiyanî ya zehmet a şêniyên Reqayê girtin û li wir şaneyek ava kirin û bi riya gefxwarinê pere di bin navê (Zekat) ji şêniyan digirtin û ew pere dişandin ji şaneyên DAIŞ’ê re.

Dema ku çete hat girtin wî hewl dida ku bombeyekê li pêşiya Dikanekê biteqîne.

Lê beriya ku vê yekê pêk bîne hêzên Taybet yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk, ew girtin.

Çete Mihemed Kerz li wê yekê jî mikûr hat ku wan bi riya gefxwarina li ser bazirganan pere ji wan distendin û ji şaneyên DAIŞ’ê re dişandin.

Çete da xuyakirin ku wan bi riya pêkanîn teqînan zext li bazirganên ku nedixwestin pereyan bidin dikirin û pere ji wan distendin.

Di vê yekê de jî kesê bi navê Îbrahîm alîkariya wî dikir û madeyên teqemeniyê ji Tirkiyê û Idlibê dianî.

 

Back to top button