Bi dehan ciwanên Tirbespiyê meşek bi meşaleyan li dar xist û tê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got, heta pêkanîna azadiya rêber Ocalan ew ê têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê meşek bi meşaleyan li dar xist û komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir.
Meş ji pêş navenda ciwanên şoreşger a sûka navendî dest pê kir û heta ketina navçeyê vegerî mîtîngê.
Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Nora Silêman komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir û got:
Ji ber Rêber Ocalan xwedî fikrê demokratîk e ku banga azadiya tevahî gelan ji zilm û siyasetên desthilat dike.
Nora got: “Armanca dewletên komploger ji vê komploya li dijî rêber Ocalan têkoşîna rêbertî ya li dijî siyasetên mêtingerî, hegemoniya navneteweyî û zihniyeta paşverû rawestînin.
Nora Silêman dawî de got: “Ew ê têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya rêber Ocalan bidomînin.”