Li gundewarên Dêra Zorê di rojên dawî de 17 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Berê tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bû, bi êrişa çeteyan a dawî li Hesekê re, ev tevger zêdetir bû.
Pê re operasyon û xebatên li dijî van şaneyan jî bêhtir bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê di çend rojên dawî de, 17 çete li gundewarên Dêra Zorê girtin.

Bi êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya li Hesekê re tevgera van çeteyan li her deverê zêde bû.

Weke ku fersendê bibînin, hewl didin ji nû ve xwe birêxistin bikin û aramiya herêmê xerab bikin.

Li beramberî vê, hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê jî her di nava tevger û amadebaşiyê de ne.

17 çeteyên DAIŞ’ê, tenê di çend rojên dawî de, hatin girtin.

Têkildarî vê ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Dêra Zorê Beşar El-Seib ji ajansa Hawarê axivî.

Beşar El-Seib diyar kir ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî zêde li herêmê çalak bûne û got:

“Armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê xira bikin.”

Şaneyan tevgera xwe li Dêra Zorê zêde kir, hin rê qut kirin û bi şev şewat li wir derdixistin.

Paşê navend, nuqteyên leşkerî û ewlehî û hin saziyên sivîl kirin armanc.”

Beşar El-Seib destnîşan kir ku ev şane tevliheviyê derdixin û gotegotan belav dikin da şêniyên gundewarên Dêra Zorê bitirsînin.

Dawiya axaftina xwe Beşar El-Seib eşkere kir wan bi koordîneya bi hêzên leşkerî re bersiva hemû êrişan da, gelek mayîn bêbandor kirin û ev şaneyên ku êriş pêk dianîn jî, girtin.

Operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li dijî van şaneyan, dewam in û bi encam dibin.

Çete tên girtin û li kirinên xwe mukir tên.

Duh jî QSD’ê, mukirhatinên sîxûrekî çeteyên DAIŞ’ê Mihemed Ehmed Kerz bi par ve kirin.

Back to top button