YJA-Star: Di şexsê Rêber Apo de xwestin mirovahiyê tune bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir. YJA- Starê da zanîn yekane rêya rizgarkirina rûmeta mirovahiyê, kombûna li dora Rêber Apo ye. Û tekez kir heta misogerkirina azadiya Rêber Apo ya fîzîkî û afirandina jiyana birûmet a gelê Kurd, wê têkoşîna wan mezin bibe. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, têkildarî salvegera komploya15’ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

YJA Starê komplo şermezar kir, şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn û wiha got:

Rêber Apo kurdê azad afirand û bi vî rengî hişmendiyeke azadiyê da gelên Rojhilata Navîn.

Komploya navneteweyî, li dijî Kurdîtiya azad û hişmendiya azadiyê ya civaka herêmî û cîhanî hat kirin.

Di şexsê Rêber Apo de xwestin mirovahiyê tune bikin.

Fermandariya YJA Starê di daxuyaniyê de li ser tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê jî wiha got:

Sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ku veguheriye şerma mirovahiyê, dike ku mirovên xwedî rûmet ên dixwazin ji vê şermê rizgar bibin li dora Rêbertî bicivin.

Di serî de jin, mirovahî êdî naxwaze bi vê şermê bijî.

Felsefeya jiyanê ya Apoyî ku her roj bêhtir cîhanî dibe, mizgîniya têkçûna dîrokî ya komplogeran dide.

YJA Star: Heta azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin

YJA Starê dawiyê ev bang li gel û Ciwanan kir ku parêznameyên Rêbertî bixwînin û bi vê têgihiştinê şerê gel ê şoreşgerî bi pêş ve bibin û ev got:

Em şopdarên fermandarên xwe yên azadiyê ne û em ê tola herî mezin ji dijmin hilînin.

Heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û afirandina jiyana birûmet a gelê Kurd wê, têkoşîna me mezin bibe.

Back to top button