Ramî Abdul Rahman: Ev guherina ku li Efrînê tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin

Serokê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdul Rahman tevlî bernameya me yMee El-hedes ya televizyona me bû .Ramî Abdul Rahman sûc û guhertinên demokrafîk ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê tê kirin eşkere kir û got:”Guhertina demugarfîk ya ku li Efrînê dibe bi tu awayê nayê qebûlkirin .

Ramî ebdul rihman diyar kir ku di bin navê karê mirovî avahiyan ku li Efrînê amade dike û got :

“Ji dema dagirkerina Efrînê em ji vî tişîtî ditirsiyan .

Armanca wan ku şêniyên resen bidin koçberkirin .

Û wir bikin lîwa iskenderona .”

Ramî ebdul rihman destnîşan kir ku Dewleta tirk bi guhertina demugrafîk dixaze siyaseta xwe ya qirêj bimeşîne .

Ramî bal kişand li ser sûcên ku li Efrîn dibin û got

” Li Efrîn binpêkirin ne tenê di derheq kurdan de tê kirin lê belê ew kesên ku di riya lihevkrinên Tirkî Rûsî de li wir hate bicih kirin rojane rastî işkence û revandinê tên.

Back to top button