Li Eyn Îsayê welatiyek şehîd bû

Li Eyn Îsayê dewleta Tirk 7 gund û rêya M4 bi dijwarê topbaran kirin..

Di encama wê de, welatiyek şehîd bû û zerarên madî yên mezin li mal û milkên welatiyan bûn.

Ev dîmenên topbarana Artêşa Tirk li dijî gundên Eyn Îsayê ne..

Deverên ku doman jê radibe, zêdetirî 30 KM dûrî sînorê Tirkiyê ne, lê belê ev top bêyî guh li peymana 2019’an bide, gundên tijî sivîl dikevin..

Duh, 7 gundên Eyn Îsayê, rêya M4 û xwaringeha Nexîl di bin topên Artêşa Tirk de man û di encamê de welatiyek şehîd bû

Li nêzî van deveran, bargehên Rûs û yên Artêşa Hikûmeta Şamê jî hene..

Li gorî peymana 2019’an a di navbera Rûsya û Tirkiyê de, nabe êriş li dijî van herêman pêk were.

Ji hêleke din, Hêzên Sûriya Demokratîk bersivê didin van êrişan û gelek hewldanên pêşketina bejahî ya Artêşa Tirk û komên wê yên çete têk birine.

Di ser Eyn Îsayê re, di rojên borî de, gundên Dêrik, Dirbêsriyê, Amûdê, Zirgan, Til Temir, Minbic û Şehayê jî, hatin topbaran û bombebarankirin.

Li Amûdê zarokekî 11 salî şehîd bû û jimarek ji welatiyan birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî berî niha eşkere kiribû ku, ev êriş piştî têkbirina DAIŞ’ê li Hesekê pêk tên û weke ragihandina şer bi nav kiribû.

Wekî din, Rêveberiya Xweser jî dibîne ku êriş bi armanca tolhildana DAIŞ’ê pê tên.

Hemwextî wê jî, bersiveke fermî ji Koalîsyona Navnetewî hevkara QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê derneketiye.

Tirkiyê jî balafirên xwe li asîmanê Rojava difirîne û bêyî cezayekî trafîkê li ser wê hebe, her devrê bombebaran dike.

Back to top button