Lîbya..Başaga ji bo avakirina hikumeta nû dest li hevdîtinan kir

Li Lîbya di nava danûstandin û aloziya heyî de rewşek metirsîdar heye.  Meclisa Nûneran Başaga ji bo avakirina hikumeta nû destnîşan kiriye. Lê Serokwezîr Dibeybe yê ku kursiyê deshilatê lê xweş hatî, qet naxwaze êdî rabe ser xwe. Hemwextî vê yekê, çekdarên alîgirên Dibeybe berê xwe dan paytext Trablusê.

Hêviyên çareseriyeke siyasî ya li Lîbya careke din li ber tinebûnê ne.

Di navbera aliyên şer yên li welat de, aloziya serokomariyê careke din xwe daye der.

Fethî Başaga yê ku 10’ê Sibatê ji aliyê Meclisa Nûneran ve li bajarê Tobrûka li rojhilatê Lîbyayê wek serokwezîr hat hilbijartin, diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê dest bi şêwirmendiyê kirine.

Başaga derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê facebookê peyamek bi video belav kir.

Fethî Başaga diyar kir ku wî soz daye di hilbijartinên serokomariyê de nebe namzed û ew ê bi awayekî aştiyane û destûrî wezîfeya serokwezîrtiyê radest bike.

Başaga bal kişand ku di serî de saziyên sivîl, bi gelek partiyên cuda re dest bi şêwirê kirine û wiha got:

“Me bi yekîneyên leşkerî û asayîşê re têkilî danî û me bersivek erênî wergirt.

Ji bo avakirina hikûmetê min bi Serok û Cîgirê Meclisa Nûneran, Desteya Bilind a Dewletê û Desteya Serokatiyê re dest bi şêwirmendiyê kir.”

Başaga diyar kir ku ew ê di demeke nêz de kabîneya xwe pêşkêşî Meclisa Nûneran bike.

Dibeybe: pêvajoya hilbijartinê despê kir

Lê ya diyar Dibeybe ti niyeta xwe ya dest berdana ji deshilata welat nîne.

Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamîd Dibeybe destnîşan kir ku li welêt pêvajoya nû ya hilbijartinê dest pê kir.

Dibeybe di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de derbarê hilbijartinan de nirxandinek kir.

Dibeybe di axaftineke xwe ya li ser hesabê medyaya civakî ya hikûmeta Lîbyayê de, ragihandibû ku ew ê di 17ê Sibatê de dîroka nû ya hilbijartinê eşkere bikin.

Çekdarên alîbirê dibeybe berê xwe dan trablusê

Di vê navberê de, çekdarên alîgirê Dibeybe rewşa heyî aloztir dikin.

Komên çekdar ji Misrata û bajarên din ên Lîbyayê 12’ê Sibatê ber bi paytext Trablusê ve ketin rê.

Çekdaran nîşaneyên ku ger Dibeybe ji erk were girtin wê rewşê aloz bikin dan.

Back to top button