Qedexeya li Hindistanê Pakistanî daxistin qadan

Li eyaleta Karnataka ya Hîndîstanê rê nayê dayîn ku xwendekarên jin yên misilman bi sergirtî bikevin dibistanan. Li dijî vê biryarê deng ji Pakistanê bilind bû.  Li Karaçî ya Pakîstanê ev biryar bi xwepêşandanekê hate şermezarkirin.

Bi sedan ji xwendekarên Pakistanî bi pankartên li ser “mafê me yê hicabê heye” ku nivîsîbûn li dijî Hindistanê slogan gotin.

Bi vê çalakiyê re, girêdana xwe ya bi xwendekarên misilman ên Hindistanê re nîşan dan.

Li eyaleta Kanataka ya Hindistanê demek dirêje, qedexeya hicabê hebû.

Ev yek piştî 1’ê Çile dema ku xwendekarên Misilman ên li Koleja Jinê ya Udupi ya dewletparêz careke din li xwe kirin bû sedema nîqaşan.

Dema ku xwendekarên jin ên Misilman li dibistanên din ên Karnatakayê hicab li xwe kirin, xwendekarên Hindu bertek nîşan dan û dest bi kirina şalên safran kirin.

Di hevdîtina ku 19’ê Çileyê di navbera rêveberên dibistanê, rayedarên hikûmetê, xwendekar û malbatên wan ên li Udupi de pêk hat de, çareserî derneket.

Li ser vê yekê 5 xwendekarên jin li derveyî dibistanê dest bi çalakiyê kirin.

Back to top button