
Serokê navenda Misir a Lêkolînên Kurdî Ebdulfetah Elî .û Serokê rojnameya El-Şemis, nivîskar Muhsin Ewedellah.Rojnamevanê Iraqî Elî Nacî ku endamên Însiyatîfa Ereb a Ji Ocalan re Azadî ne diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di zindanê de aştiyek ava kir û got: ” Heta ku rêber Abdullah azad nebe em ê têkoşîna xwe ranewestînin.”
Kesayet û nivîskarên ereb jî li dijî komploya li ser Rêber Apo xwedî helwest in û nerazîbûnan nîşan didin.
Serokê navenda Misir a Lêkolînên Kurdî Ebdulfetah Elî der barê komployê de, ji ajansa Hewarê re nirxandin kir.
Ebdulfetah Elî ev sûc û komploya li dijî Rêber Apo red kirin û got: “Mixabin ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û mohreke reş li eniya wê ye.”
Ebdulfetah Elî bang li civaka navneteweyî kir ku şaştiya xwe sererast bike û tekez kir divê zextê li dewleta Tirk were kirin da rêber Ocalan serbest berde.
Muhsin Ewedellah : Divê zext li dewleta Tirk were kirin da Rêber Ocalan serbest were berdan
Serokê rojnameya El-Şemis Muhsin Ewedellah jî di heman çarçoveyê de nirxandin kir.
Muhsin Ewedellah diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan mirovekî cûda di dîroka Rojhilata Navîn de ye û got:
“Armanca komployê ew e wî dûrî rastiya heyî bixin. Doza gelê Kurd tune bikin. Her wiha hebûna rêber Ocalan winda û ji bîr bibe.”
Ewedellah jî tekez kir ku divê zext li rejîma Tirkiyê were kirin da ku Rêber Ocelan serbeset were berdan.
Elî Nacî: Ramanê Rêber Ocalan wê bibe ronahiya azadî û mirovahiyê
Li dijî komployê, nivîskar û rojnamevanê raqî Elî Nacî helwest nîşan da.
Elî Nacî destnîşan kir ku ramanê rêber Ocalan wê bibe ronahiya azadî û mirovahiyê .
Û tekez kir ku hêzên zordest û dewleta Tirk her çiqasî hewl bidin ku ronahiya ramanê rêber Ocalan tarî bikin wê nikaribin.