Biden ji bo piştevaniya Ûkrayna bi zelensy re axivî

Welatên Rojava ji bo Ûkrayna di nava seferberiyê de ye. Serokê DYA Biden ji bo piştevaniya Ûkrayna bi Serokomar Zelensky re axivî. Zelensky jî ji Biden xwest ji bo kêmkirina atmosfera şer, serdana Kîevê bike. Hemwextî vê yekê Wezîrê Karên derve yê Ûkrayna Kuleba xwest welatên peymana AGIT bi rewşa awerte bicivin. Welatên Rojava jî ji bo welatî û balyozxaneyên xwe yên li Ûkrayna ketine alarmê.

Di qada dîplomasiyê de, piştevaniyên xurt ji bo Ûkrayna heye.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy re peywendiyek telefonî pêk aniye.

Biden careke din piştevaniya xwe ya ji bo Kîevê aniye ziman.

Koşka Spî têkildarî hevdîtina lîderan daxuyaniyek parve kir û got:

Di hevdîtinê de bal hatiye kişdanina ser girêdana bi yekparbûna xaka Ûkrayna re.

Biden careke din eşkere kiriye ku di rewşek ya êrişa li dijî Kîevê de, wê ew û hevalbendên xwe “bi lez û bez” bersivê bidin.

Koşka Spî îşaret bi wê yekê kir ku Biden di peywendiya telefonî ya li gel Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin de, ew hişyar kiriye ku wê berdêlên bilez û giran bide.

Zelensky ji bo kêmkirina aloziyê Biden vexwend Kîevê

Serokomariya Ûkrayan jî li ser mijarê daxuyaniyek parvekir û got;

Zelensky ji bo kêmkirina atmosfera şer li herêmê, Biden vexwendiye Kîevê.

Ûrayna daxwaza hevdîtinê ji Rrûsya û endamên OSCE kir

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba, piştî ku Rûsyayê bersiv neda daxwaza ravekirina berfireh derbarê çalakiyên xwe yên leşkerî yên li navçeyên nêzîkî sînorê wê de, daxwaza civînê kir.

Kuleba xwest di nav 48 saetan de, endamên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) bicivin.

Sedema sereke jî evgera Moskow li sînorê Ûkrayna û herêma Kirimê bû.

Di vê navberê de, beşek ji welatên endamê OSCE çavdêrên xwe yên li Donetsk a Ûkrayna paşde kişandin.

Awistralya balyozxaneya xwe ya li Kîevê vale dike

Awistralya balyozxaneya xwe ya li Kîevê vale dike.

Awistralya biryar da ku balyozxaneya xwe ya li Kîevê ya paytexta Ûkraynayê vala bike.

Li gor nûçeyên ku di çapemeniya welêt de hatin belavkirin, Serokwezîrê Awistralya Scott Morrison bi hinceta ku rewşa Ûkraynayê her ku diçe xerabtir dibe, biryara valakirina Balyozxaneya Kîevê da.

Karmendên Balyozxaneyê wê biçin ofîseke demkî ya li bajarê rojavayê Lviv

Almanya: Krîza Ûkrayna ji bo Ewropa gefek mezine

Sewrokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî diyar kir ku ew aloziya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ji bo aştiya Ewropayê weke xeteriyekî gelekî mezin dibînin.

Scholz di daxuyaniya xwe ya li Berlînê de teqez kir ku aloziya mijara gotinê “gefeke pir û pir cidî ye li ser aştiya li Ewropayê” ye.

Back to top button