Wesayîta parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu hate gulebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û hêzên kontrayên girêdayî desthilata Erdogan dixwazin salî 90’î careke din bînin û dest bi reş kujiyan kirin.

Doh hin kes gule berdan wesayîta Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu.

Li Rihayê, hin kes ango kesên nasnameya wan ne diyar gule berdan wesayîta Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu.

Hat diyarkirin ku wesayîta Surucu parqkirî bûye û gule li cama pişt a wesayîtê ketiye û camê kun kiriye û ketiye baxaca wesayîtê.

Dema ku Surucu xwest li wesayîta xwe siwar bibe êrişa li dijî wesayîta xwe ferq kir û agahî da polisan.

polisên ku hatin cihê bûyerê li ser wesayîta Surucu lêkolîn kirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat diyarkirin ku 50 metre nêzî wesayîta Surucu wesayîta polisan hebûye.

Li gelek bajarên Bakur 43 kes hatin binçavkirin

Her wiha polîsên desthilata faşîst a Erdogan vê sibê bi nêzbûna salvegera komployê li Şirnex, Amed, Batman, Edene, Mersînê li ser gelek malan de girt di nav de ronamevan û dayîkên aşitiyê jî herî kêm 43 kes binçavkir.

Back to top button