Kanada..Çalakiya kamyonetan a li pira Ambassador hate belavkirin

Li Kanada çakakya kamyonetan a li dijî derzîkirina Covid-19 yek ji rojeva sereke ya welate. Kamyonet li nava paytextê hatine rawestandin û pira herî sereke ya Pira Ambassador hatibû girtin. Piştî hewildanên zêde, polîsan karî çalakiya li ser pirê bidawî bike.

6 sanî dimen biherikêne

Ji 29’ê Çileyê ve, ajokarên kamyonetan li dijî derzîkirina Covid-19 di nava çalakiya protestyî de ne.

Berdevkê “Şîrketa Pira Navdewletî ya Detroitê”ragihand ku pire hatiye vekirin.

Şaredarê Windsor Drew Dilkens got

“Îro krîza meya aborî ya neteweyî ya li Pira Balyozê bi dawî bû.”

Dîlkens diyar kir ku dema polîs û rayedarên sînor biryara ewlehiyê bidin wê pir ji bo çûn û hatinê bi fermî were vekirin.

Di vê navberê de Servîsa Sînor a Kanadayê jî vekirina pirê piştrast kir.

Ji aliyê din ve berpirsên polîsên Windsor ragihandin ku nêzîkî 30 xwepêşander hatine binçavkirin.

Rayedaran diyar kirin ku gelek wesayît li nêzî Pira Ambassador hatin kişandin.

Şaredarê Ottawayê Jim Watson ragihand ku di navbera şofêrên kamyonên ku li paytext derziyê protesto kirin û wan de lihevkirinek pêk hatiye.

Beriya niha Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau di civîna meclisê ya li paytext Ottawa de, daxwaz ji ajokarên kamyonetan kir ku di zûtirîn demê de çalakiya xwe bidawî bikin.

Pira Balyozê ku Windsor bi Detroit, DYA ve girêdide, dergehek bazirganî ya girîng e.

Di ser vî pirî re her roj bi qasî 400 milyon dolar kelûpel tên û diçin

Back to top button