Mehmet Ocalan: Divê deriyên Îmraliyê vebin û em Rêber Apo bibînin

Nêzî salekê ye ji Rêber Apo agahî nayê girtin û fikarên gelê Kurd jî di vê derbarê de zêde dibin. Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan xwest ku derîyên Îmraliyê bên vekirin ew biçin Rêber Apo bibînin. Dr. Thomas Jeffrey Miley jî diyar kir Rêber Ocalan dikare aloziya Rojhilata Navîn çareser bike û got, “Bi azadiya Ocalan re dê hemû gelên herêmê jî azad bibin.”

Di salvegera 23. a komploya Navnetewî de jî tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike û nêzî salekê ye ti agahî jê nayê girtin.

Biraye Rêber Apo, Mehmet Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê, û salvegera komploya 15’ê Sibatê de ji Ajansa Mezopotamyayê (AM) re axivî.

Mehmet Ocalan, diyar kir ku 15’ê Sibatê ji bo hemû gelan rojeke tarî ye û wiha got:

“23 sal in tecrîda ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin mînaka wê di cîhanê de tuneye. 23 sal in mafê Rêber Ocalan hatine astengkirin.”

Ocalan diyar kir wan bi sedan cara bir rêya parêzeran serlêdan kirin ji bo çuyîna Îmraliyê lê tu bersiv negirtine û wiha dewam kir;

“Em weke malbat û parêzer 11 meh in ji Rêber Ocalan agahî nagirin. Her roj fikarên me zêde dibin. Em dixwazin rojek şûnde herin Îmraliyê. Divê dewlet deriyê Îmraliyê veke. Em rîca nakin ev mafê me ye.”

Mehmet Ocalan di dawiyê de destnîşan kir ku komploya 15’e Sibatê bi dewamkirina tecrîdê didome û xwest hemû gelên ku aramiyê dixwazin divê li Rêber Ocalan xwedî derkevin.

Dr. Thomas Jeffrey Miley: Ocalan dikare aloziya Rojhilata Navîn bi dawî bike

Hîndekarê Zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley jî bi boneya salvegera komploya navnetewî ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Miley bal kişande li ser hêzên li pişt komployê û armancên wan û diyar kir ku komploya navneteweyî ne tenê li dijî Ocalan hatiye kirin, li dijî alternatîfa demokratîk a li hemberî tîraniya li Rojhilata Navîn hat kirin.

Miley bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got:

“Sedema tecrîda li ser Ocalan, fikrên wî yên ji bo tevgera kurd û Rojhilata Navîn e. Li şûna kapîtalîzmê demokrasiyê, li şûna netewedewletê jî Modernîteya Demokratîk pêşniyar dike. Ev rewş jî li ser pergalê gef e.”

Miley bal kişande li ser nêrîn û têkoşîna Rêber Apo û got,

“Ocalan, têkoşîna zayenda civakî, cihêrengiya gelan, wekhevî, jiyaneke bi hev re, civakî û ekoliyê dimeşîne û em tev jî vê diparêzin. Ev nêrîn ne tenê ji bo Rojhilata Navîn lê bo hemû cîhanê pêwîst in.

Cîhan ber bi karesatê ve diçe. Bi xeta Ocalan dikare pêşî li vê karesatê bê girtin. Rojava, mînaka vê rastiyê ye.”

Miley di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Ocalan nifteya aştiyê ya Tirkiyê ye û got,

“Di şerê navxweyî yê Sûriyê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd wek alternatîfeke sêyemîn xwedî roleke girîng e.”

Di dawiyê de Miley destnîşan kir Ocalan nifteya aştî û demokrasiyê ye û got, “Bi azadiya Ocalan re dê hemû gelên herêmê jî azad bibin.”

Back to top button