YE Tirkiye hişyar kir: Serweriya Yûnan a li gravan ne cihê nîqaşê ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu, Atîna bi çekirina giravan tewambar kir, YE li dijî vê helwest nîaşn da. YE got: “Serweriya Yûnanîstan ya li van giravan nikare were pirsîn.”

Yekîtiya Ewropayê (YE) bertek nîşanî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglû yên derbarê çekdarkirina giravên Yûnanîstanê da.

Berdevkê Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YEyê Josep Borrell ê Peter Stano li ser mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Peter Stano diyarkir ku daxuyaniyên Çavuşoglu yên di hevpeyvînê de bi kar anîne serweriya Yûnanîstanê ya li ser hin giravên wê dipirse û ev daxuyanî wek “zerardar” binav dikin.

Hat destnîşankirin ku gotinên Çavuşoglu di heman demê de berovajî hewldanên Konseya Ewropayê yên ji bo kêmkirina aloziya li Rojhilatê Derya Spî ye.

Stano di daxuyaniya xwe de wiha got: “Serweriya Yûnanîstanê ya li van giravan nayê pirsîn. Divê Tirkiye rêzê li vê yekê bigire, xwe ji îfade û kiryarên provokatîf ên di vê çarçoveyê de dûr bixe. Bi awayekî eşkere têkiliyên cîrantiyê yên baş bi cih bîne û hewl bide hemû nakokiyan bi rêyên aştiyane çareser bike.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku divê rêz li peymanên navneteweyî bê girtin.

Atîna nameyek ji NY re şand

Hefteya borî Wezareta Karên Derve ya Yûnanîstanê jî bertek nîşanî daxuyaniyên Çavuşoglu dabû.

Berdevkê Wezaretê Alexandros Papayoannu diyar kir ku wan sûcdariyên dawî yên rayedarên Tirk ên li ser giravên Egeyê bi temamî red dikin.

Hat ragihandin ku Atînayê di derbarê mijarê de bi rêya Nûnerê Daîmî yê xwe nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandiye.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu hefteya derbasbûyî di bernameyek televsiona dewletê de, destnîşan kiribû ku Atînayê peymanên Lozan û Parîsê binpê dike û wiha got: “Ger Yûnanîstan dev ji vê (çekkirina giravan) bernede, wê serweriya van giravan bê nîqaşkirin. Em vê yekê dişopînin û em ê nehêlin. Em ê di qada navneteweyî de dest bi nîqaşan bikin.”

Back to top button