Reşîdê Metîna li Helebê koça dawî kir

Welatparêzê Kurd Reşîd Ebdulhenan Reşîd ê bi navê Reşîdê Metîna tê naskirin, di 83`ê saliya xwe de li Helebê koça dawî kir.

Kesayetê welatparêz Reşîdê Metîna di sala 1939`an de çavê xwe li dunyayê vekir.

Duh li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, koça dawî kir.

Reşîdê Metîna ji gundê Metîna yê Efrîna dagirkirî ye û ji malbatek welatparêz e.

Reşîdê Metîna bavê Ebdulhenan Reşîd bi nasnav Yaşar e ku li çiyayên Azad şehîd bûye.

Reşîdê Metîna gelek caran serdana Rêber Apo kiriye û di salên 80’yê de, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye.

Ji wê demê heta niha di nava têkoşînê de bû.

“Reşîdê Metîna xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşînê bû”

TEV-DEM bi peyamekê sersaxî ji gelê Kurd û malbata welatparêz Reşîdê Metîna re xwest.

TEV-DEM’ê di peyama xwe de got: “Gelê Kurd kesayetê welatparêz yê xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşîn û berxwedanê Reşîdê Metîna winda kir.”

TEV-DEM’ê diyar kir Reşîdê Metîna bi riheke berpirsyarî têkoşiya û di nav civakê de kesayetekî bi bandor bû.

Back to top button