Rêxistina Efû ya Navnetewî: Şirketên derziya dijî Covid-19 bi çavnebariyê dikin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), şîrketên dermansaziyê; bi çavnebariya derziyên Covid-19 sûcdar kir. Rêxistinê teqez kir ku divê derziyên dijî vîrûsê bigihêjin hemû cîhanê.

Nûnerê rêxistinê Rajat Khosla îro bi daxuyaniyekê got:

“Berî welatên dewlemend û şirketên derman fam bikin ku mirovên li welatên xizan jî hewceyê gihîştina derziyê ne, divê em çend guhertinan çêbikin.”

Li gorî rapora têkildar a rêxistinê, 2021’an li seranserê cîhanê dora 10 milyar dozên derziya li dijî vîrûsê hatine hilberandin.

Ev ji bo armanca Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya derzîlêdanê ji sedî 40’ê nifûsa cîhanê heta dawiya sala borî bes bû.

Lê, tê teqez kirin ku rêjeya wan kesên ku li welatên xizan dijîn û derziya li dijî vîrûsê kar anîne ji sedî 4 derbas nake.

Rêxistinê bang li şirketên dermanan kir ku patentan û teknolojiyên ku ew belaş bikar tînin parve bikin da ku bigihîjin armanca WHO ya derzîlêdane ji sedî 70 ya nifûsa cîhanê.

Ev dane jî armanca rêxistinê ya heta Gulana 2022’an bû.

Back to top button