
Îro jî dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî herêmê kirin.
Dagirkeran gundên Şehba û Şera ya Efrînê bombebaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro piştî nîvro bendava Şehbayê, gundên Şêx îsa, Bêlûniyê, Semuqa û Şale ên herêma Şehbayê topbaran kirin.
Derbarê encamên êrişan de agahî nehatin bi dest xistin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz û Elqemiyê ên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî topbaran kir.
Hat diyar kirin derdora 10 guleyên tank û obusan li van deveran ketine.