PYD: Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û hemû Rojhilata Navîn e

Meclisa Giştî ya PYD’ê û TEV-DEM`ê di salvegera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo de daxuyanî dan.

PYD’ê û TEV-DEM`ê komplo şermezar kirin û bang li hêzên siyasî yên kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl kir ku helwesteke netewî nîşan bidin û tev li pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî, bibin.

Di salvegera 23`yan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Apo de Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk daxuyaniyek da û komlo şermezar kir.

PYD’ê diyar kir ku komploya li dijî rêber Apo ne tenê gelê kurd, lê belê gelên Rojhilata Navîn bi giştî kir hedef û wiha got:

“Em bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ne. Ji bo me ev girêdana bi fikir û felsefe û azadiya Rêber Apo, erkek mirovî ye.

Heke em bixwazin azadî, demokrasî û aştî di navbera gelan de belav bibe, divê em azadiya Rêber Apo misoger bikin.

Ji ber ku ew endazyarê van projeyan e ku ji bo civakên Rojhilata Navîn û mirovahiyê bi giştî girîng e.

Em bang li hêzên demokratîk, rêxistinên mirovî dikin ku xwedî li nirxên ku Rêber Apo banga wê dike, derkevin.”

Meclisa Giştî ya PYD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn e.”

Tev-Dem: Li dijî komplo û êrişan tev li pengava ‘ji Rêber Apo re azadî’ bibin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir û ev tişt anî ziman:

“Hêzên herêmî û navneteweyî xwestin bi vê komployê îrade û destkeftiyên gelê kurdistanî têk bibin, îradeya çand, nirxên exlaqî û civakî li herêmê têk bibin û hêviyên civakên ku banga azadî, edalet û wekheviya li ser esasê pîvana biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin, tune bikin.”

TEV-DEM’ê bi bîr xist ev 23 salin Rêber Apo li dijî tecrîd û îşkenceyê li berxwe dide û got:

“Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îradeya mirovahiya azad û hemû beşên civakê dike.

“Berxwedana ku rêber Abdullah Ocalan di zindanê de dimeşîne, hîşt ku bi hezaran girtiyên siyasî jî tev li vê berxwedanê bibin.

Li ser wî bingehî bi deh milyonan ji gel û dostên wan li cîhanê tev li pêngava dem dema azadiyê ye, bûne da ku bi xwedîderketina li felsefeya jiyana azad û felsefeya rizgariya ji koletiyê, tecrîdê bişkînin. ”

TEV-DEM’ê diyar kir Rêber Apo ne tenê ji Kurdan re, lê belê ji tevahî gel û pêkhateyan re bûye sembola azadiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Civaka Demokratîk- TEV-DEM’ê bang li hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir ku li dijî komplo û êrişan helwesteke netewî nîşan bidin û tev li pêngava ji rêber Abdullah Ocalan re azadî, bibin.

Back to top button