Li Stenbolê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin

Di rojeke wiha de, hikumeta AKP’ê bêyî sedem, kurdan binçav dike û digire.
Îro li Stenbolê vê yekê xwe da der. Serê sibehê polîsên AKP’ê bi ser malan de girtin û herî kêm 10 kes binçav kirin.

Di vê serdegirtinê de jî, mîna her tim rêveber û parlamenterên HDP’ê hebûn.

Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê Esîn Çelîk û 8 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkrin.

Ji bilî wan, ji kesên hatîn binçavkirin nûçegihana rojnameya Şûjin Vîldan Atmaca jî bû.

Bi kêmanî îro 10 kes hatin binçavkirin.

Tevî binçavkirinê, biryar hat dayîn ku 24 se’etan parêzer wê kesên binçavkirî nebînin.

Di rojên dawî de û bi rasthatina salvegera komploya navnetewyî operasyonên bi armanca qirkirina siyasî zêde bûne.

Duh jî li gelek bajaran operasyon hebûn.

Tenê di nava du rojan de, zêdeyî 100 kesî hatin binçavkirin.

Back to top button