Piştî Hoşyar Zêbarî PDK’ê Rêber Xalid destnîşan kir

Piştî ku namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’yî hat redkirin, namzetekî nû ji aliyê PDK’ê ve hat destnîşankirin. 

Berî niha PDK’ê ji aliyê xwe ve, Hoşyar Zêbarî weke namzet destnîşan kiribû.

Pêr Dadgeha Federal a Iraqê namezetiya wî ji bo serokkomartiyê red kir.

Piştî vê, PDK’ê namzetekî nû ji bo serokkomariyê destnîşan kir.

Berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed der barê vê mijarê de, daxuyaniyek da.

Mehmûd Mihemed ragihand, piştî namzetiya Hoşybar Zêbarî hat redkirin, PDK’ê bi fermî Rêber Ehmed Xalid weke namzet diyar kir.

Rêber Ehmed niha Wezîrê Karê Hindirîn yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Û yek ji kesên herî nêzî Mesrûr Barzanî ye.

Back to top button