Li dijî komploya navnetewyî ji gelek aliyan bertek û daxuyaniyên şermezariyê hatin dayîn. KNK, MXDŞ, TAJÊ û Girtiyên PKK û PAJK’ê daxuyanî dan.
Banga mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Ocalan hat kirin û hat tekezkirin wê sala 2022’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera 23’an a komploya navneteweyî daxuyaniyek da.
KNK’ê diyar kir ku Rêber Apo û gelê kurd bi têkoşîna xwe ev komplo pûç kir û vala derxist.
KNK’ê da zanîn herçend komploger negihiştibin armancên xwe jî, lê bi êrişên li ser Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê komplo didome.
Dawiyê KNK bang li hemû Kurdistaniyan kir ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekîtiya xwe û tifaqa digel hevalbendên Kurdan mezintirbikin, .
Girtiyên PKK Û PAJK’ê: Wê sala bê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêbertî
Girtiyên PKK û PAJK’ê li dijî komployê daxuyaniyeke nivîskî da.
Hat tekezkirin sala bê wê bibe sala azadiya Rêber Apo û di nava her şertan de wê berxwedan hebe.
MXDŞ: Heta rêberê me dîlgirtî be em ê berxwedanê bilind bikin
Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyek komplo şermezar kir û got:
“Em komploya 15’ê Sibatê û tecrîda li ser Rêber Apo li ser hebûna xwe dibînin.
Em soz didin ku heya Rêberê me dîlgirtî be em ê berxwedana xwe bilind bikin.
Em bawer in ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
TAJÊ: Li dijî komplogeran em ê têkoşîna xwe mezin bikin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî -TAJÊ jî daxuyaniyek nivîskî weşand.
TAJÊ diyar kir ku mirovahî hemû deyndarê Rêber Ocalan e û ev peyam da:
“Pêwîst e em vî deynî bi cih bînin.
Em jinên ku êş ji faşîzmê kişandine, em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê mezintir bikin.”