REVANDINA SIVÎLAN, XWESTINA MILYONAN AN ÊŞKENCE Û KUŞTIN GIHAŞTINE LI EFRÎNÊ ASTEKE BILIND

Li Efrînê kirinên revandina şêniyên Kurd bi awayekî dûrî mirovahiyê dewam dike.Çeteyên faşîzma AKP sivîlan direvînin û bi milyonan pere dixwazin, yan wan bi hovana êşkence dikin û piştre wan dikujin.
Hat zanîn ku beriya 3 rojan çeteyan 3 şêniyên navçeya Cindirêsê revandin.

Kesên hatin revandin, ev in:

– Samir Silêman
– Seîd Îso
– Awad Elî Ceqel

Li gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa, çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Tahêr Cimo Şahîn ê 50 salî revand.

Tê zanîn Tahêr Cimo Şahîn ji gundê Kîmarê ye û li Basûtê dijî.

Li gundê Qîbarê yê navçeya Şera, çeteyan şêniyên bi navê Welîd Silêman Xidir revand.

Ji bo serbestberdana Welîd jî, çeteyan 10 milyon lîreyên Sûrî ji malbata wî xwestin.

Her wiha çeteyên El-Hemzat şêniyê bi navê Yûsiv Şemonî yê 44 salî revand.

Termê şêniyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl li ser riya navbera gundên Ereb Wêran û Qestel Cindo yên navçeya Şera hat dîtin.

Reşîd Hemîd Xelîl ê ji navçeya Cindirêsê, beriya 3 rojan hatibû revandin û ji bo serbestberdana wî jî, çeteyan 100 hezar dolarên Emerîkî xwestibûn.

Leave a Reply

Back to top button